H’emû nûçe

H’ukumata Ermenîstanê wê bi mîlîyardek 351 mîlîon dirama fînansekirina zanistîyê bide zêdekirinê

H’ukumata Ermenîstanê wê bi mîlîyardek  351 mîlîon dirama fînansekirina zanistîyê bide zêdekirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye. “Bi h’esabhildana gotûbêjkirinên xebatê, yên wezîrê ulm, sportê û kûltûrayê Arayîk Harût’yûnyan, pêşnîyarên Mxît’ar Hayrapêtyan û Hovhannês Hovhannîsyanê parlamêntvan, usa jî e’rzên civaka zanistî, h’ukumatê p’erên bona zanistîyê bide zêdekirinê. Bi vî cûr’eyî ji sala 2O2O-da fînansekirina wê govekê wê bi mîlîyardek 351 mîlîon dirmama bê zêdekirinê”,-nava r’ûp’elê Tîgran Avînyane fêysbûkêda tê gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button