“Qewatên Sûrîya Dêmokratîk t’evî koalîsîyona navnet’ewî cîwarkirina qewataye li Cizîrê, li bajar’ên Hesekê, Qamişlîyê, Dêrikê û li Dêyr Zorê ser hevda anîne û xebata t’evaîye dijî k’omên DAÎŞ-ye “r’azayî” berdewam dikin”,- nava e’lametîya wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê. Anegorî e’lametîyê hêzên Sûrîya Dêmokratîk û koalîsîyona navnet’ewî wê cime’ta sîvîl ji êrîşên têr’orîstî bip’arêze û wê usa jî bîrên neftê û gazê xweyke.Wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr gotîye,wekî qirara dawî, ku gelo çiqas leşkerên ŞAY wê li Sûrîyaê bimînin, hela hê nehatîye qebûlkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close