SerekeSîyasî

Parlamênta K’urdistanê wê pêşnîyarên xweye girêdayî xala 14O-îr’a r’aberke

Parlamêntvanê k’urd û serokê komîsîya girêdayî neh’îyên k’urdar’a, yên ku ji bin seroketîya Herêma K’urdistanê derin, Çvan R’ojbêyanî e’lam kirîye,wekî ewên pêşnîyarên xweye girêdayî xala konstîtûsîya Îraqêye 14O-îr’a r’aberkin. “Çiqasî meva e’yane, p’ir’anîya  h’alê konstîtûsîyaê wê bê guhar’tinê û bo wê yekê jî, çawa parlamênta K’urdistanê, em dixwezin pêşnîyarên xwe û fikirên xweye girêdayî konstîtûsîyaêr’a, yên girêdayî k’urdar’a, r’aberkin”,-Rojbêyanî gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî h’evtîya tê ewê girêdayî xala 14O-îr’a sêmînarê derbazkin.Em bîr bînin,wekî piştî destpêbûna protêstokirnên li Îraqê, parlamênta Îraqê komîsîya saz kirîye bona hazirkirina konstîtûsîyaê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button