SerekeSîyasî

Yektîya Mîrtîyên E’reba wê piştgirîya hindava mihaciraye li K’urdistanê berdewam bike

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî konsûlê Yektîya Mîrtîyên E’rebayî li K’urdistanê Ah’med Al Zahrî qebûl kirîye,bona ku heleqetîyên dualî û qewimandinên van axirîyaye li herêmê gotûbêj bikin.Wextê r’asthatinê dîtplomatê Yektîya Mîrtîyên E’reba derheqa emekê welatê xweda xeberdaye û derheqa piştgirîya hindava mihacirên li K’urdistanê daye dîyarkirinê.Ewî gotîye,wekî Yektîya Mîrtîyên E’reba wê mînanî berê piştgirîya Herêma K’urdistanê bikin, li k’îderê ji mîlîonekê zêdetir mihacir hene.Wextê r’asthatinê xeberdan usa jî derheqa h’alê sîyasîyî li Îraqê û li herêmê t’omerî hildayî çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button