Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja çarşemê dêlêgasîya ŞAY bi serk’arîya Mêt’yû T’yûlêrê bayloz qebûl kirîye.Barzanî û baylozê ŞAY-yî li Îraqê qewimandinên li Îraqêye van axirîya gotûbêj kirine û dane dîyarkirinê,wekî qewînbûna li wandera gerekê bê dasekinandinê.Barzanîyê serekwezîr daye dîyarkirinê, ku K’urdistan hazire r’ola xweye nava qewînbûna Îraqêda bilîze. “Baylozê ŞAY pêşk’eftina di nava hevr’axeberdanên K’urdistanê û Îraqêda, ya girêdayî byûcêya sala 2O2O-r’a, silav kirîye. T’yûlêr usa jî gotîye,wekî welatê wî wê piştgirîya hindava K’urdistanêda berdewam bike.
Herwiha kontr’ol bike
Close