SerekeSîyasî

Bayloza ŞAY-ye nava NATO-da gotîye,wekî ew hêzên p’arastina gel çawa t’eşkîleta têr’orîstî h’esab nakin

Bayloza ŞAY-ye nava NATO-da K’êy Bêylî Xatçîsonê e’lam kirîye,wekî k’urd t’evî qewatên koalîsîyaêye mayîn t’ifaqdarên qedirbilindin, yên ku dijî t’eşkîleta DAÎŞ-ye têr’orîstî şer’k’arîyê dikin û ew hêzên p’arastina gel çawa têr’orîst h’esab nakin. Baylozê daye dîyarkirinê,wekî wana t’u cara ew qewatên k’urda çawa yên têr’orîst h’esab nekirine û t’u endameke NATO-ê bona ewê yekêr’a qayîl nebe. Em bîr bînin,wekî T’irk’îyaê plana NATO-ê înk’ar kirîye û gotîye,wekî ewê piştgirîyê nede plana NATO-ye bona p’arastina welatên Balt’îyê û Polonîyaê h’etanî wî çaxî, h’etanî ku endamên NATO-ê nava şer’k’arîya dijî hêzên p’arastina gel piştgirîyê nede T’irk’îyaê. T’irk’îya dibêje,wekî ew qewat yên têr’orîstîne. Feqet k’atibê NATO-êyî sereke Yêns Stoltênbêrgê e’lam kirîye,wekî welatên NATO-ê li Londonê plana nû girêdayî welatên Balt’îyêr’a qebûl kirine, lê T’irk’îyaê ew yek qebûl nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button