H’emû nûçe

Mnasakanyan qîmetkirinên alîyê ermenîya, yên girêdayî şuxulk’arîya hevr’axeberdanên pirsgirêka Qerebag’êr’a r’aberî wezîra kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan, yê ku bi seredana xebatêva li Bratîslavayê bû, t’evî r’asthatina wezîrên k’arên der, yên welatên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Koloêktîv bûye.Hatîye r’agîhandinê,wekî serokên îdarên k’arên der derheqa civîna Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropaêye wezîra xeberdaye.Zohrab Mnasakanyan daye dîyarkirinê,wekî r’asthatinên wî cûr’eyî mecala baş didine pirsgirêkên li ber bêqezîyabûna Avropî sekinî, bona ku wana bikaribin h’elkin.Zohrab Mnasakanyan usa jî derheqa r’asthatina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der xeberdaye û nava vê h’emtêk’sêda qîmetkirinên alîyê ermenîya r’aber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button