H’emû nûçe
Parlamênta Nîdêr’landa proêkta vekirina baylozxanêye li Yêrêvanê qebûl kirîye
Parlamênta Nîdêr’landa pirsa byûcêya wezîreta k’arên dere sala 2O2O-î gotûbêj kirîye, anegorî k’îjanê mecal tên başqekirinê, ku li Yêrêvanê baylozxana Nîdêr’landa bê vekirinê.Em bîr bînin,wekî parlamênta Nîdêr’landa, çar frak’sîyaên koalîsîyon pêşnîyarî seroketîya welêt kiribûn, ku du mîlîyon yêvro bona wezîreta k’arên der başqekin, bona ku li Yêrêvanê baylozxanê vekin.