SerekeSîyasî

Partîya ku ji alîyê Daûdog’lûda tê sazkirinê, proêktên mezin bona h’elkirina pirsgirêka k’urde li T’irk’îyaê hazir dike

Ah’med Daûdog’lû sazkirina partîya nû berdewam dike.Ewî gotîye,wekî k’oma wî proêktên mezin bona h’elkirina pirsgirêka k’urde li T’irk’îyaê hazir dike. Serekwezîrê T’irk’îyaêyî berê Ah’med Daûdog’lû usa jî gotîye,wekî k’oma wî du r’oja li qamp’a Bolûyê qesidîye û progirama partîyaê çê kirîye.Derheqa hazirîya partîyaêda wê piştî du h’evtîya bê e’lamirinê. Kanîya înformasîon daye dîyarkirinê,wekî nava şêwira h’îmdarda wê usa jî k’urdên zaza, wek’îlên e’lewîya, çêrkêsa û ermenîya hebin.Daûdog’lû dixweze partîya xwe h’etanî sazbûna partîya E’lî Babacan bide r’êgîstrasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button