SerekeSîyasî

Baylozxana ŞAY-ye li Îraqê e’şaretî daye welatîyên xwe,wekî protêstokirinên li Îraqê zêde dibin

Baylozxana ŞAY-ye li Îraqê e’şaretî daye welatîyên xwe,wekî protêstokirinên  dijî h’ukumata  Îraqê zêde dibin. “Anegorî me’lûmetîya, hîvîyêne, wekî ji dehê k’anûnêda protêstokirin wê diha gur’bin.Welatîyên amêrîkî dikarin r’astî dijwarîyên bêqezîyabûnê bên”,- nava e’lametîya baylozxanêda hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî gilî ne derheqa K’urdistana Îraqêdane.Baylozxanê bangî welatîyên ŞAY kirîye, ku neçine Îraqê û ji cîyên protêstokirina xwe dûr bigrin. Em bêjin,wekî komîsîya mafê mêrive li Îraqê îzbat kirîye,wekî ji destpêkirina protêstokirina 45O-î merivî zêdetir meriv hatine kuştinê, ji 17 h’ezara zêdetir jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button