Çand

Li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî miqamê Komîtas hatîye guhdarkirinê û pirsa k’omkujîya Ermenî hatîye bilindkirinê

Li Nyû York’ê, li ofîsa Net’ewên Yekbûyî h’emcivîna p’êşk’êşî îzinnedayîna k’omkujîya, bi miqamê Komîtas destpê bûye.Wek’îlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Mhêr Margaryan gotîye,wekî destpêka sedsala 2O-îye e’wlinda, miletê ermenî nava tirsên mezinr’a derbaz bûye, bo wê yekê jî borcdarîya Ermenîstanêye mexsûs heye, ku ce’dandinên bona îzinnedayîna xirabk’arîya k’omkujîyê li dor hev berevkin. Serk’arê merk’eza global, ya cabdarîyê û p’arastinê Sayon Adams mesela k’omkujîya Ermenî anîye ber ç’e’va û gotîye,wekî piştî çar meha 1O5-salîya k’omkujîya Ermenî wê demambe. Bi gotina ulmdara, p’isîxologa, înk’arkirina k’omkujîyê ne t’enê qedirnegirtina hindava cangorîyên k’omkujîyêye, lê ew yek r’ê bona k’omkujîyê vedike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button