H’emû nûçe

Li T’irk’îyaê sayt’a “1915.gov.tr” hatîye vekirinê û ev yek dîsa gaveke berbi înk’arkirinêye

Îdara seroketîya T’irk’îyaêye înformasîyon dîsa gavek berbi înk’arkirina k’omkujîya Ermenî avîtîye.Ewê sayt’a  “1915.gov.tr” -ê vekirîye zimanê xebata k’îjanê înglîzîye.Meremê sayt’ê ewe, ku dijî gotinên derheqa k’omkujîya Ermenîda şer’k’arîyê bikin.Serk’arê îdarê Fehredîn Alt’ûn ew yek şirovekirîye û gotîye,wekî sayt’ bona wê yekê hatîye h’îmdanînê, ku nava meydana navnet’ewîda caba pirsên derheqa k’omkujîya Ermenîda bidin. Sayt’êda propaganda înk’arkirina k’omkujîyê tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button