SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê t’evî partîyaên sîyasî pirsa derheqa sazkirina koalîsîyona li Beg’dayê gotûbêj kirîye

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’oja sêşemê r’astî wek’îlên frak’sîyaên k’urda hatîye, ku bona pirsa  sazkirina koalîsîyona li Beg’dayê gotûbêj bikin.R’asthatin bona prêssyaê derdadayî bûye.Em bêjin,wekî r’asthatin bona wê yekêye, ku bloka K’urdistanê bê sazkirinê, bona ku piştgirîyê bidine hevr’aqayîlbûna di navbera Hewilêrê û Beg’dayê, ya derheqa byûcêyêda.Wextê r’asthatinê wek’îlên partîya Dêmokratîk,Yektîya Niştîmana, h’eja Goran, k’oma Îslamî û yektîya K’urdistanêye Îslamî hazir bûne.Nenihêr’î wê yekê,wekî frak’sîyaên k’urda li Herêma K’urdistanê gelek cara hevr’a qayîl nabin, lê ew li Beg’dayê û li K’irkûkê hevk’arîyê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button