H’emû nûçe

H’emû qewilên bona bûyîna welatê senaya têxnologîyan bilind li Ermenîstanê hene:Tîgran Avînyan

H’emû qewilên bona bûyîna welatê senaya têxnologîyaên bilind li Ermenîstanê hene, ji p’erwerdê h’etanî xebatên lêk’olînîyê, ji hazirkirina  senayê û frotana navnet’ewî.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan wextê civîna ji alîyê banka h’emdinîyaêda t’eşkîlkirî gotîye.Wextê wê civînê, Tîgran Avînyan bi xeberdan pêşda hatîye, k’îjanêda h’îmlî gotîye: “Van salên dawî nava goveka têxnologîyaên înformasîyon û  p’êwendîyada salê ji 26-a h’etanî  27 selefî zêdayî hebûye û ew nava êkonomîkayêda bûye ç’iqla ku lez pêşda diçe.Bona piştgirîya vê ç’iqlê h’ukumatê qirar qebûl kirîye, ku goveka têxnologîya h’esabkin çawa alîkî girîng û wezîreta senaya têxnologîyaên bilind sazkin, ya ku bi berne’ma h’ukumatê şuxulk’arîya aktîv mîyaserke. Li Ermenîstanê bona pêşdaçûyîna sîstêma têxnologîyaên bilind, cêrge program usa jî t’evî hevalk’arên me û sîstêmên navnet’ewîye fînansî tên mîyaserkirinê”,-cîgirê serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button