SerekeSîyasî

Komîtêya Sênata ŞAY proêkta qanûna derheqa sanksîyaên dijî T’irk’îyaê qebûl kirîye

Hîvîyêne,wekî bona opêrasîyona li Sûrîyaê û k’ir’îna komplêk’sên R’ûsîyaêye S-4OO, sanksîyaên dijî T’irk’îyaê wê bêne pêşdak’işandinê.Sênatora pêşnîyarî dêpartamênta dewletê kirine, ku r’ola T’irk’îyaêye nava NATO-da qîmetkin.Komîtêya Sênatêye k’arên der proêkta qanûnê qebûl kirîye, ya ku sanksîyaên dijî T’irk’îyaê pêşda dik’işîne.Ew dokûmênta li ser malp’er’a kongrêsê hatîye belakirinê. Çawa ku T’wîttêrêda endamê komîtê R’obêrt Mênêndês nivîsîye, sênatorê ji Nyû-Cêrsîyê gotîye,wekî bona opêrasîyona li Sûrîyaê û k’ir’îna sîstêmên S-4OO tiştên qebûlkirinê nînin.Anegorî dokûmêntê tê bangkirinê, ku sîlih’ên bona T’irk’îyaê bidine sînorkirinê û miqabilî wezîrê T’irk’îyaêyî p’arastinê, serokê ştaba sereke û wezîrê fînansa sanksîya pêşda bik’işînin.Usa jî tê pêşnîyarkirinê, ku sanksîya dijî wan welatîyên ji welatên der pêşda bik’işînin, yên ku sîlih’a didine eskerên t’irka, k’îjana dikarin li Sûrîyaê bidine xebatê.Niha dokûmêntê derbazî lênihêr’andina t’emamîya sênatê bibe, li k’îderê r’astkirin wê hebin.Proêkta wî cûr’eyî dawîya meha cotmehê ji alîê palata wek’îlada hatibû pêşdak’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button