H’emû nûçeSîyasî

Şikyatê bona hildana qirara derheqa vekirina îşê dijî Sêrj Sargsyan, hatîye înk’arkirinê

Li qulixdarîya Ermenîstanêye lêpirsînaye mexsûs bi qirara h’akim, ew şikyatê ku dijî wê qirarê hatîye pêşdak’işandinê,wekî îşê dijî Sêrj Sargsyan ji ort’ê bidine hildanê, hatîye înk’arkirinê.Nava wî şikyatîda hatibû gotinê,wekî dijî serokk’omarê berê îzin t’une îş bê pêşdak’işandinê, çimkî gunek’arkirineke usa hatîye pêşdak’işandinê, ya ku ji statûs û şuxulk’arîya wî pêşda hatîye.Nava lêk’olînkirina wan matêrîyalada h’akim hatîye li ser wê qirarê,wekî tiştên ku hatibûne mîyaserkirinê, ne anegorî konstîtûsîya Ermenîstanê û qanûna bûne

Zêdetir nîşan bide
Back to top button