Sport

Bi pêşnîyara Ermenîstanê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî 2O-ê tîrmehê çawa r’oja k’işikaye h’emdinîyayî e’lam kirîye

Bi pêşnîyara Ermenîstanê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî 2O-ê tîrmehê çawa r’oja k’işikaye h’emdinîyayî e’lam kirîye. Derheha wê yekêda li mîsîya organîzeyêye li Ermenîstanê gotine. Li Ermenîstanê ji sedsalên navîn k’işik hebûye, lê salên Sovyêta berê ew bi berfireyî hatîye naskirinê. Gilî derheqa salên 196O-ne, wextê ku Tîgran Pêtrosyan bû çêmpîyonê dinîyaêyî k’işika.Binelîyên Ermenîstanê nêzîkî sê mîlîonaye û Ermenîstan tê h’esabê çawa welatekî k’işikayî qewat. Ji sala 2O11-da li mek’t’ebên Ermenîstanê k’işik bûye dersa p’erwerdeyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button