SerekeSîyasî

Partîyan k’urdaye sîyasî dijî guhar’tina qanûna derheqa hilbijartinên li Îraqêye

Herêma K’urdistanê dijî guhar’tinên nava wê qanûnêye, anegorî k’îjanê hilbijartinên Îraqêye parlamêntîyê derbaz dibin.Gilî derheqa guhar’tina xala 15-ne, çimkî ew yek ne anegorî berjewandîyên k’urdaye.Hatîye r’agîhandinê,wekî eger guhar’tin bên qeblkirinê, k’urd û net’ewên mayîne kêmjimar wê ji cîyên xweye li parlamêntê miqûf bimînin, bi t’aybetî li wan neh’îyên k’urda, yên ku ji bin kontrola h’ukumata Herêma K’urdistanê derin.Wextê hilbijartinên parlamêntîyêye li Îraqê, ew meriv dikare bê bijartinê, yê ku sed h’ezar deng berev kirine. Lê eger xala 15-a bê guhar’tinê, wî çaxî dengên cime’têye li provînsîyaên Nînêvîyaê, K’rkûkê, Dîyalê û Salh’edînê wê bidine e’reba.Proêkta qanûnê wê îro li parlamênta Îraqê bê lênihêr’andinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button