Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî baylozê Brîtanîaêyî li Îraqêyî t’ezek’ifşkirî St’îvên Hîkî qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê qewimandinên van axirîyaye li welêt hatine gotûbêjkirinê.Serokê K’urdistanê girêdayî qulixa nûr’a bayloz pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine.Alîya p’êwendîyên Îraqê û K’urdistanêye t’evî Brîtanîya Mezin gotûbêj kirine û derheqa berdewamkirina hevk’arîya bona h’elkirina pirsgirêkên li Îraqê, li Sûrîyaê û li herêmê t’omerî hildayî xeberdane.Fikir derheqa careke mayîn pêşdahatina DAÎŞ-da hatine p’evguhar’tinê, çimkî k’oma cîhadîsta dîsa li neh’îyên Îraqêye azakirî berev bûye.
Herwiha kontr’ol bike
Close - SIPRI : xercên parastinê li Ermenîstsanê zêde bûne23.04.2024, 20:00