H’emû nûçe
Yektîya Avropayê girêdayî pêşk’eftina mîyaserkirina werguhastinên Ermenîstanêr’a r’azîbûna xwe e’lam kirîye
16-ê k’anûnê li Bryûsêlê r’asthatina duda, ya komîtêya hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê derbaz bûye,wextê k’îjanê şuxulk’arîya myîaserkirina qayîlnivîsarê hatîye gotûbêjkirinê.Derheqa wê yekêda ji dêlêgasîya Yektîya Avropaêyê li Ermenîstanê r’agîhandine. R’asthatin bi sedirtîya cîgirê serokê qulixdarîya Yektîya Avropaêye der Lyûk Dêvîn û cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Avêt Adonsda derbaz bûye.Yektîya Avropayê girêdayî pêşk’eftina mîyaserkirina werguhastinar’a r’azîbûna xwe daye dîyarkirinê, bi t’aybetî alîyê stratêgîya nûda, ya dijî r’uşetxwerinê û ya nava goveka meh’kemêda.Hatîye dîyarkirinê,wekî Yektîya Avropayê piştgirîya p’êşekzanîyê û fînansî bide h’ukumata Ermenîstanê.