H’emû nûçe
Nîkol P’aşînyanê li Sankt-Pêtêrbûrgê t’evî civîna şêwira Yektîya Avrasîyaêye t’ewrebilind bibe

Dêlêgasîya K’omara Ermenîstanê bi serk’arîya Nîkol P’aşînyan wê 2O-ê k’anûnê her’e Sankt-Pêtêrbûrgê.Dêlêgasîya h’ukumatê wê bi qirara serekwezîrê Ermenîstanê her’e R’ûsîyaê û derheqa wê yekêda sayt’a h’ukumata Ermenîstanêda hatîye r’agîhandinê.Serekwezîrê Ermenîstanê wê li Sankt-Pêtêrbûrgê t’evî civîna şêwira Yektîya Avrasîyaêye t’ewrebilind û çar civînên ner’esmî, yên Welatên Hevalbendîya Serbest bibe.