Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’oja çarşemê bayloza Zêlandîya Nûye li Îraqê T’rêdêna Dobson qebûl kirîye bona gotûbêjkirina p’êwendîyên dualîye di navbera K’urdistanê û Zêlandîya Nûda. Dobsonê pesinê Herêma K’urdistanê daye, bona r’ola wêye nava şer’ê dijî DAÎŞ-da. Ewê usa jî ew yek bilind qîmet kirîye,wekî nava h’alê giranda K’urdistanê nêzîkî du mîlîon mihacirên îraqî û yên ji Sûrîyaê qebûl kirine.Barzanî û bayloza Zêlandîyaê usa jî derheqa p’êwendîyên dualî û hevk’arîyêda xeberdane.Nava r’ojeva r’asthatinêda usa jî pirsên girêdayî h’alê li Beg’dayê, pirsgirêkên bêqezîyabûnêye li Sûrîyaê û paşdaçûyîna mihaciraye li malên xwe hatine gotûbêjkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close