H’emû nûçe
Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî bi sîstêmên ek’sîhewê û ek’sîr’okêtaye p’arastinêye TOR-M2KM-va hatine r’azîkirinê

Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî bi sîstêmên r’ûsîye we’dê nihaye ek’sîhewê û ek’sîr’okêtaye p’arastinêye TOR-ÊM 2 KM-va hatine r’azîkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî derheqa r’eqemên wan komplêk’sada nikare bêje, çimkî ew yek sur’a leşkerîye.