H’emû nûçe

Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî qayîlnivîsarên k’ir’în-frotana aza dide zêdekirinê: eşîyaên ermenî li gelek welata dik’evine nava konkûrênsîyaê

Yektîya Avrasîya êkonomîkî gêografîya qayîlnivîsarên k’ir’în-frotana azaye t’evî welatên sisîya dide berfirekirinê, sala tê hîvîya qayîlnivîsarên nûne. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Varos Sîmonyan gotîye. “Sala 2O19-a,wextê sedirtîya Ermenîstanêye nava yektîyêda sal gelekî aktîv bûye. Hêna sedirtîya Ermenîstanê du qayîlnivîsarên mezin, ya k’ir’în- frotana azaye t’evî Sîngapûrê û usa jî ya k’ir’în-frotana yektîyêye azaye t’evî Sêrbîyaê hatine îmzekirinê. Îsal usa jî du qayîlnivîsarên nû, ya k’ir’în- frotana t’evî Îranê û hevk’arîya t’evî Çînstanê qewat stendine.Hatîye dîyarkirinê,wekî Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî çar qayîlnivîsarên nû hene. Bi saya wê yekê sûkên nû têr’a tên dîtinê. Niha  hevr’axeberdan t’evî Misirê, Îsraêlê û Hindistanê derbaz dibin”,-Sîmonyan gotîye. Bi gotina cîgirê wezîr, qayîlnivîsara k’ir’în-frotana aza hildana bacê gumrikê têr’a divîne.Cêrge çetinayên têxnîkî ji ort’ê tên hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button