H’emû nûçe

Dewlet nava pirsa avayada wê alî wan cahila bike, zar’okên k’îjana hene: cîgirê wezîr

 Sala 2O2O-î wê xebatên wezîreta Ermenîstanêye xebatê û sosîyalîyêye li ser sê berne’mên nû destpêbin, yên ku wezîretê hazir kirine û hatîye li ser wê fikirê,wekî ç’areserkirina pirsa avayên jîyînê wê h’ukumî li ser pêşdaçûyînê bike. Derheqa wê yekêda  cîgirê wezîrê pirsên sosîyalî û xebatê  Smbat Saîyan  gotîye. Berne’ma e’wlin piştgirîya dewletêye hindava wan merivadaye, yên ku li qeza dijîn, ku bona xwe avayên jîyînê dest bînin. Ew merivên ku ji duda û zêdetir zar’okên wane biç’ûk hene, dewletê bi pênc selefava piştgirîyê bide wan. Berne’ma duda derheqa wan merivadane, zar’okên k’îjana hene û usa jî malbetên cahilin. Ya sisîya derheqa wan malbetadane, krêdîtên k’îjana hene, piştî bûyîna zar’okê dewletê alîk’arîyê bide wan.Ev berne’me wê ji sala 2O2O-da bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button