
T’irk’îya berbir’î R’ûsîyaê û r’êjîma Sûrîyaê bûye, hîvî kirîye, ku bombebarandinên li provînsîya Îdlîbê bidine sekinandinê. R’êjîma Sûrîyaê van axirîya êrîşên xweye li Îdlîbê dane aktîvkirinê û dicêr’ibîne bi alîk’arîya R’ûsîyaê bajar’ hilde destê xwe. T’irk’îya ditirse, ku p’êla mihaciraye nû wê ji Sûrîyaê her’e T’irk’îyaê û bo wê yekê jî bang dike,ku êrîşên li Îdlîbê bidine sekinandinê.







