H’emû nûçe

Li h’ukumatê pr’oêkta stratêgîya p’arastina mafên mêriv hatîye gotûbêjkirinê

Bi serk’arîya Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li h’ukumatê şêwirdarî derbaz bûye,wextê k’îjanê stratêgîya p’arastina mafên mêrivî li Ermenîstanê û pr’oêkta kirinên salên 2O2O-2O22-a hatine gotûbêjkirinê. Wezîrê e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye,wekî hazirkirina progiramê û qebûlkirina wê, ji  borcdarîyên progiramên k’ifşkirîne, nava wanda usa jî qayîlnivîsara hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê.Bi gotina wezîr ev stratêgîya bi êtapên gotûbêjkirinava derbaz bûye.Ewî gotîye,wekî p’ir’anîya pêşnîyara hatîye qebûlkirinê. Serekwezîr t’eslîm kirîye, ku pr’oêktê careke mayîn hazirkin û nava we’dê kurtda bona gotûbêjkirinê r’aberî h’ukumatê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button