H’emû nûçe

Anegorî r’eqemên pêşdaçûyîna êkonomîkî, sala 2O19-a Ermenîstan nava 15 welatên dinîyaêye pêşindane:serekwezîr

Anegorî r’eqemên pêşdaçûyîna êkonomîkî, sala 2O19-a Ermenîstan nava 15 welatên dinîyaêye pêşindane. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê r’asthatina t’evî bîznêsmêna gotîye. “Anegorî feydayên 11 meha li K’omara Ermenîstanê aktîvîya êkonomîkîye 7,5 selefî hatîye k’ifşê û bi ssênara here pêşin li cem me wê zêdaya êkonomîkîye ji h’evt selefî zêdetir hebe. Li herêma me ev r’eqem h’ejmara e’wline.Ez dibêjim herêma me, lê naxwezim bêjim t’enê Kavkaza Bacûr, dixwezim bêjim r’êgîyona diha berfire. Ev r’eqem nava Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda jî k’ifşe û nava Welatên Hevalbendîya Serbestda ev r’eqem yê e’wline. Li Avropayê jî bi t’exmîn ew r’eqem yê pêşine û bawarim ew dik’eveke nava 15 welatên dinîyaê”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button