H’emû nûçe

H’ukumatê begemî daye berne’ma învêstîsîyone bo çêkirina stansîyaên ênêrgîya te’vê

H’ukumatê begemî daye berne’ma învêstîsîyone bo çêkirina stansîyaên ênêrgîya te’vê. Derheqa wê yekêda ji h’ukumata Ermenîstanê r’agîhandine.Cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan gotîye,wekî  nava h’îmê vê berne’mêda dokûmênta îmzekirîye, ya di navbera hevaltîya “Masdar”-ê û fonda ermenîye dewletê. Bi gotina wî, anegorî dokûmêntê têr’a tê dîtinê hevk’arîya k’ardar bona çêkirina stansîyaên ênêrgîya te’vê myîaserkin. “Paşê di navbera van hevaltîyada qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê, bi k’îjanê têr’a tê dîtinê bi du êtapa berne’mê mîyaserkin.Bi êtapa e’wlin têr’a tê dîtinê h’etanî k’anûna sala 2O23-a bi qewata 2OO mêgovata stansîya çêkin, lê êtapa duda h’etanî sala 2O24-a dîsa stansîyaên bi wê qewatê çê bikin”,-Avînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button