
Partîya T’irk’îyaêye Dêmokrasîya Gela têr’a divîne, destpêka sala 2O2O-î kongira xweye çara derbazke.Hatîye r’agîhandnê,wekî bi t’exmîn ewê dawîya meha sibatê derbazbe. Wextê kongirê wê serokên nû bêne hilbijartinê û seroketîya partîyaê wê bê guhar’tinê. Sedira partîyaêye niha P’erwîn Bûldan wê kandîdatîya xwe pêşda nek’işîne, çimkî pirsgirêkên t’endurustîya wê hene.Sedirê duda Sêzayî T’emelî wê kandîdatîya xwe pêşda bik’işîne.







