SerekeSîyasî

Li T’irk’îyaê prosêsa meh’kemêye dijî Salh’edîn Dêmîrt’aş destpê bûye

R’oja sêşemê prosêsa meh’kemêye sêr’ojê dijî lîdêrê k’urd Salh’edîn Dêmîrt’aş destpê bûye. Dêmîrt’aş serokê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê bû, yê ku girtîye.H’akima de’w kirîye, ku anegorî îşên cuda-cuda  girtina 142 sala bidine wî, nava wanda usa jî gunek’arkirina bona bêhurmetkirina serokê T’irk’îyaê R’êcêb Êrdog’an.Dêmîrt’aş sala 2O16-a ji alîyê polîsîya t’irkada hatîye girtinê. Ew nava cêrge pirsada gunek’ar kirine. Wî usa jî nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar dikin. Em bêjin,wekî wê gunek’arkirinê bona afûkirina xwe dijî şuxulk’arên k’urde sîyasîye mayîn jî pêşda dik’işînin. Partîya Dêmokrasîya Gela p’êwendîyên t’evî PKK-ê înk’ar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button