Ermenîstan hazire t’evî ŞAY û Îranê dîyalogê berdewam bike, heger pêwîstîya wê hebe:Armên Grîgoryan
Bi fikira k’atibê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan nava heleqetîyên ŞAY û Îranêda h’alê sert berbi milahîmbiûnê diçe. “Gumana me heye,wekî nava r’ojên nêzîkda wê h’alê e’dilî t’omerî pêşda bê.Bêguman, em her dem bona h’alê xirab hazir dibin û ez dikarim bêjim,wekî wextê krîzîsa him li Sûrîyaê, him jî Îranê me xebata berfire kirîye.Em dikarin plana anegor hazirkin, ku bona krîzîsê hazirbin”,- Grîgoryan gotîye.Çawa caba wê pirsê, ku gelo Ermenîstan hazir dibe di navbera ŞAY û Îranêda çawa navçîgar pêşda bê, Grîgoryan daye dîyarkirinê,wekî pirsa usa nehatîye gotûbêjkirinê, lê xwestin heye ku konflîkt lez bê qeydekirinê û em r’ola xweye nava wê yekêda dibînin,wekî em dikarin di navbera herdu alîyada dîyalogê berdewamkin, heger pêwîstîya wê yekê hebe.