SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê: “Em h’esab dikin,wekî qewatên koalîsîyona bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê Îraqêr’a lazimin”

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî e’lam kirîye,wekî ew girêdayî qewimaninên li Îraqêr’a ner’ih’etin û bona h’elkirina wê pirsgirêkê lazime ku h’emû alî ce’dandinên xwe bidine xebatê. Nêç’îrvan Barzanî derheqa wê yekêda piştî r’asthatina t’evî serekwezîr  Me’srûr Barzanî li ber r’ojne’mevana gotîye. Nêç’îrvan  Barzanî bona kirinên yekbûîye t’evayî r’azalixî e’lamî frak’sîyaên k’urdaye li Beg’dayê kirîye. “Emê h’emû ce’dandina bidine xebatê, bona ku Herêma K’urdistanê nava bêqezîyabûnêdabe û bo wê yekê em gavên anegor davêjin”,- Barzanî gotîye. Bi xeberdana derheqa êrîşa Îranêye li ser baza Amêrîkîye li K’urdistanê, Barzanî gotîye,wekî zyank’êş t’unene, lê h’emû alî girêdayî qirara parlamênta Îraqêr’a ner’ih’etin, bi k’îjanê hatîye qirarkirinê ku qewatên bîyanîye li Îraqê gerekê ji welêt derk’evin. “Em h’esab dikin,wekî qewatên koalîsîyona bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê Îraqêr’a lazimin”,-Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button