SerekeSîyasî

Dîndar Zêbarî:bi gotina Organîzeya Net’ewên Yekbûyî xala 14O-î nikare bêyî Hewilêrê bê qirarkirinê

Koordînatorê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî pirsên navnet’ewî Dîndar Zîbarî e’lam kirîye,wekî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî hatîye li ser wê fikirê ku xala 14O-î nikare bêyî Hewilêrê bê qirarkirinê.Ewî gotîye,wekî ew xal ya konstîtûsîya Îraqêye û ji sala 2OO7-da Organîzeya Net’ewên Yekbûyî derheqa wê yekêda dibêje. Bi gotina Zîbarî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî de’wê dike ku wê pirsê h’elkin, çimkî  pirsa wan neh’îyên k’urdaye ku ji bin serk’arîkirina Herêma K’urdistanê derin, hela hê nehatîye h’elkirinê. Nevsê k’urd gotîye, wekî organîze hazire nava wê pirsêda hevk’arîyê bike, lê Îraq hela hê hazir nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button