Qewatên Îraqê nêzîkî neh’îya Şengalê agir barandine li ser binelîyên e’dil, yên ku ji Sûrîyaê hatibûn.Wek’îlê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk, yê li wê neh’îyê Îdrîs Zozanî gotîye,wekî çend jina cêr’ibandîye bi neqanûnî derbazî Îraqêbin û peyî wê yekêr’a agir hatîye barandinê.Ewî gotîye,wekî nava encamên wê yekêda binelîkî e’dil hatîye kuştinê, dudu jî birîndar bûne, lê çend merivên mayîn jî paşda veger’îyane Sûrîyaê. Anegorî hinek înformasîya ew endamên malbetên ç’ekdarên DAÎŞ-ê bûne. Bi gotina Zozanî ew meriv van salên axirîyê r’ûê êrîşên DAÎŞ-êda r’evîbûne Sûrîyaê, lê niha cêr’ibndine veger’ine cî û warên xwe.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close