SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê bang dike, ku xwe zeftkin bona ku aşîtî li Îraqê bê dasekinandinê

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî bangî h’emû alîya kirîye, ku xwezeftkirinê bidine k’ifşê, bona ku aşîtî û qewînbûn li Îraqê bê dasekinandinê, çimkî van axirîya di navbera ŞAY û Îranêda h’al sert bûye. Derheqa wê yekêda Barzanî wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya alîk’arê k’atibê ŞAY-yî dewletê Dêyvîd Şênkêr gotîye. Barzanî  daye fe’mkirinê,wekî Îraq gerekê nebe deşta p’evçûyînaye di navbera alîyada. Anegorî e’lametîya ofîsa Barzanî, wextê r’asthatinê qewimandinên van axirîyaye li herêmê û usa jî derheqa  p’êwendî û dîyaloga di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda xeberdan çûye. Herdu alîya jî guhdarî danîne li ser pirsa derheqa pêşdahatina têr’orîzmê û şer’k’arîya dijî wê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button