H’emû nûçe

Îran xwemikur’ hatîye wekî bi nezanî teyara Ûkraînayê xistîye

Teyara avîyokompanîya Ûkranîayê bi şaşî hatîye lêxistinê.Derheqa wê yekêda ştaba qewatên Îranêye sereke e’lam kirîye.Li ştaba qewatên Îranê dane zelalkirinê,wekî teyare nêzîkî baza leşkerîr’a derbaz bûye û li ser wêderêr’a zivir’irîye, r’ûê çida ew teyara çawa ya dijmin hatîye naskirinê.Ev qewimandin wî çaxî qewimîye,wextê ku qewatên Îranê h’esab kirine,wekî ŞAY wê caba derbên Îranêye berbi bazaên amêrîkîye li Îraqê bide. Serokê Îranê H’esen R’ohanî serxweşî daye malbetên zyank’êşa û e’mir kirîye ku h’emû  kompênsasîya teyara lêxistî bidin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî lêpirsîn wê berdewambe.Bi wê yekêva t’evayî ewî bang kirîye, ku guhdarîyê bidine ser kêmasîyên sîstêma Îranêye ek’sîhewê.Wezîrê Îranêyî k’arên der Cewad Zerîf jî sirîya xweda  goîye,wekî r’ûê kirinên ŞAY-ye provokasîyonda ew şaşî hatîye kirinê.Em bêjin,wekî teyara Ûkraînayê jorda hatîye xwerê, ya ku ji fir’egehê T’êhranê derk’etibû.176 meriv, welatîyên Afg’anistanê, Almanîyaê,Îranê, Kanadayê, Ûkraînayê,Brîtanîyaê û Şvêdîyaê hatine kuştinê. Pêşda wek’îlên avîyasîya Îranê e’lam kiribûn,wekî me’nîya k’etina teyarê kêmasîyên têxnîkî bûne. Lê paşê prêssa R’ojavayê belav kir,wekî qewatên Îranêye ek’sîhewê teyare jorda anîne xwerê. Derheqa wê yekêda usa jî  serekwezîrê Kanadayê Cast’în Tryûdo û serekwezîrê Brîtanîyaê Borîs Conson e’lam kirine, lê Îranê ew yek înk’ar dikir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button