SerekeSîyasî

Hewilêr û Beg’da wê hevr’axeberdanên girêdayî pirsên hevr’aqayîlnekirîr’a careke mayîn destpêkin

H’ukumata Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêral wê hevr’axeberdanên girêdayî pirsgirêkên heyîr’a, yên di navbera herdu alîyada, careke mayîn destpêkin.Derheqa wê yekêda serk’arê aparata şêwira K’urdistanêye wezîra Omêd Sabah e’lam kirîye. Ewî gotîye,wekî Barzanîyê serekwezîr hîvî ji hevk’arê xweyî Îraqê kirîye, ku hevr’axeberdana destpêkin bona ku pirsgirêkên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda bêne h’elkirinê.Bi gotina  Sabah,Barzanîyê serekwezîr van axirîya bangî h’ukumata Îraqê kirîye, ku alî hevr’axeberdana bikin, bona ku qayîlnivîsara dawî bê îmzekirinê.Me’srûr Barzanî h’evtîya derbazbûyî serekwezîrê Îraqêyî we’delû Adil Mahdî qebûl kiribû.Wextê r’asthatinê pirsên heleqetîyên dualî, mêxanîzmên h’elkirina pirsgirêkên heyî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button