SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê destûra r’esmî daye ku Çînstan konsûlxana xwe li Hewilêrê çêke

Wezîreta beledîya û tûrîzmêye li K’urdistanê bi r’esmî ew dokûmênt îmze kirine, bi k’îjana destûra r’esmî tê dayînê bona çêkirina konsûlxana Çînistanêye li Hewilêrê.Ew dokûmênt ji alîyê wek’îlê wezîretêyî sereke û konsûlê Çînistanêyî li Hewilêrê hatîye îmzekirinê. Li wir usa jî wezîr Sasan Ewinî hazir bûye.Konsûlxana Çînistanêye nû wê li ser r’îya Hewilêr-P’îrmamê bê çêkirinê. Li Hewilêrê bi t’omerî hildayî 21 konsûlxanên welatên dere sereke, h’eyşt konsûlxane, usa jî neh konsûlxanên hurmetlî û wekîltîyên p’êwendîyên k’ir’în-firotanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button