Aborî

Sazbendî, şerab, xurekên xweş:li Ermenîstanê wê ji 2O-î zêdetir fêstîvalên tûrîzmê derbazbin

Sala 2O2O-ye li Ermenîstanêye tûrîzmê wê bi fêstîvalên p’ir’ûcr’eva t’ijîbûyîbe.Ji wezîreta Ermenîstanêye êkonoîkayê r’agîhandine,wekî sala 2O2O-da li Ermenîstanê wê ji 2O-î zêdetir fêstîvalên tûrîzmê bêne derbazkirinê. Ewê ji r’ojên meha gulanêye e’wlin derbazbin û merk’eza wê li ser soqaqa Yêrêvanêye Saryanêbe.Fêstîvalê p’êşk’êşî e’detên şerabçêkirina ermenîbe. Bi wê yekêva t’evayî mêvanê nasîya xwe bidine xurekên ermenî û bi wê yekêva t’evayî berne’ma konsêrtê wê hebe. R’ojên şerabê hersal gelek tûrîsta tînin Ermenîstanê. Li Zvart’nosê wê fêstîvala tolma derbazbe, t’evî k’îjanê wê bibin gelek r’êstoran û t’eşkîletên civakî. Meha h’ezîranê li gundê qeza Syûnîk’êyî Tat’êvê wê fêstîvala pezbir’înê derbazbe. Li Sêvanê fêstîvala sazbendîyê têr’a tê dîtinê.Fêstîvaleke mayîn jî wê li qeza Tavûşê li gundê Bêrdê bê derbazkirinê,wextê k’îjanê xurekên cûr’e-cûr’e wê bêne r’aberkirinê. Li gundê qeza Lor’îyê Axt’alayê jî wê fêstîvala k’ivava bê derbazkirinê. Li qeza Tavûşê usa jî xurekên cûr’e- cûr’e wê bêne r’aberkirinê. Li Yêrêvanê fêstîvala stirana û r’eqasa wê bê derbazkirinê. Meha cotmehê fêstîvala qawê û ç’ayê bê derbazkirinê. Fêstîvaleke şerabêye mayîn jî wê li gundê Arênîyê bê derbazkirinê, ya ku tê bêjî îdî bûye tradîsîya û hersal tê derbazkirinê.Cêrge fêstîvalên mayîn jî wê bêne derbazkirinê.Wextê civîna h’ukumatêye van r’oja, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr dabû dîyarkirinê,wekî îsal fêstîvala  Yarxûştayê derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button