SerekeSîyasî

Li Qesira Sipî gotine,wekî anegorî qewila çawa ŞAY wê eskerê xwe ji Îraqê derxe

Seroketîya ŞAY wê wî çaxî eskerên xwe ji Îraqê derxe, wextê ku qewilên anegor hebin. Derheqa wê yekêda alîk’aryê serokê ŞAY R’obêrt Obrayên gotîy. R’obêrt Obrayên daye dîyarkirinê, ku r’êzolyûsîya parlamênta Îraqê ya bi qewata borcdarkirinê nîne û ew  qirar  ji alîyê k’omeke şih’îyada hatîye pêşdak’işandinê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî sunî û k’urd ew qirar boykot kirine.Çawa caba  pirsa r’ojne’mevane derheqa wê yekêda,wekî nava parlamênta Îraqêda p’ir’anîya parlamêntvana şih’îne, R’obêrt Obrayên gotîye: “Çi jî hebe meremê me jî ewe, ku em ji Îraqê derk’evin. Serokê me gotîye,wekî em dixwezin ji R’ohilata Navîn her’in. Feqet em gerekê anegorî qewilên xwe her’in, wî cûr’eyî her’in, ku DAÎŞ îdî t’unekirîbe”. R’obêrt Obrayên usa jî gotîye,wekî ewê t’evî îraqîya bixebitin û ewê wî çaxî her’in, ku Îraq nava bêqezîyaûnêdabe û serbestbe, çimkî îraqî wê yekê dixwezin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button