H’emû nûçe

Meh’kemê şikyatê p’arêzerê Sêrj Sargsyan, yê dijî qirara derheqa girtina hebûna Sargsyan înk’ar kirîye

Meh’kemê şikyatê p’arêzerê Sêrj Sargsyan Amram Makînyan, yê dijî qirara derheqa  girtina hebûna Sargsyan înk’ar kirîye. Diha pêşda qulixdarîya Ermenîstanêye lêpirsînê girtin danîbû li ser hebûna Sêrj Sargsyan.P’arêzerê wî Amram Makînyan şikyat kiribû.Qulixdarîya lêpirsînê xebata lêpirsînêye pêşda îdî ser hevda anîbû.Em bêjin,wekî çarê k’anûnê dijî serokê Ermenîstanêyî sisîya Sêrj Sargsyan gunek’arkirin hatibû pêşdak’işandinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî  Sêrj Sargsyan sala 2O13-a t’evî k’omeke nevsên r’esmî, bi xebitandina qulixa xweye seroketîyê, p’erên dewletê qasî 48O mîlîyon diramên Ermenîstanê bo xwe xerc kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button