Qirara derheqa derxistina eskerên welatên mayîne li Îraqê wê neyê lênihêr’ndinê. Derheqa wê yekêda li h’ukumata welêt e’lam kirine. Seroketîya Îraqê qirara xwe naxweze biguhêr’e. Hatîye dîyarkirinê,wekî ew qirar usa dimîne û merem t’une ku girêdayî wê pirsêr’a t’evî ŞAY peymanên nû îmzekin.Em bîr bînin,wekî pêncê meha çile şêwira Îraqêye wek’îla dengê xwe da wê qirarê, ya ku derheqa derxistina koalîsîyîona navnet’ewîye ji welête, ya ku dijî DAÎŞ-ê şer’k’arîyê dike.Çawa caba wê yekê,Donald T’ramp’ gef xwerin ku wê dijî Beg’dayê sanksîya pêşda bik’işîne û e’lam kir, wekî eskerên amêrîkî wê ji wir dernek’evin, h’etanî ku Îraq bona çêkirina baza avîyasîyon p’erên anegor nede.
Gotarên eynî
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan wê 24 ê nîsanê ji bo hemû zîyaretvanan re vekirî be
23.04.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close