H’emû nûçe

Pişta P’aşînyan bi saya aminaya cime’tê p’arastîye: r’ojne’ma “Berner Zeitung”

Bi sernivîsara “Ermenîstan r’ezên şorişê berev dike” r’ojne’ma Şvêysarîyaêye “Berner Zeitung”-ê miqalek çap kirîye, ya ku derheqa şorişa Ermenîstanêye e’dildane.Xudanê miqalê Fran Nîhûysên dinivîse, wekî serekwezîrê Ermenîstanê nêzîkî sal nîvekê şer’k’arî kirîye û nava şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê û îzbatkirina dêmokratîyaê gihîştîye açixîyê. “R’êberê şorişê Nîkol P’aşînyan, bi hildana seroketîyê, piştî salekê wextê hilbijartinên parlamêntîyê 7O selefê denga stend. Peyî wê yekr’a ewî dicêr’ibandi dijî r’uşetxwerinê  şer’k’arîyê bibe û nava encamê wê yekêda we’dê nû hat.Dijî serokê Ermenîstanêyî sisîya îşê meh’kemê hatîye vekirinê, lê serokê Ermenîstanêyî duda R’obêrt K’oçaryan girtîye”,- nava miqalêda hatîye nivîsarê. Bi xeberdana derheqa t’abîya Ermenîstanêye gêografîda, miqalêda hatîye dîyarkirinê: “Ermenîstan ji r’îya berbi be’rê miqûf maye û dora wê du dewletên dijminin, T’irk’îya û Adirbêcan, sîyasîya k’îjana şexsên avtorîtar mîyaser dikin, yên ku nava r’uşetxwerinêdanin û bi hevva girêdayîne”. Miqalêda hatîye dîyarkirinê, wekî banka h’emdnîyaê nava r’aporta xweda nivîsîye, ku bona Ermenîstanê zêdaya êkonomîkîye h’eyşt û nîv selefî têr’a tê dîtinê. “Ji k’îderê wê p’ere bê? Gelek tûrîst hatine û p’ir’anîya wana ji Îranêne.Nava e’lametîya banka h’emdinîyaêda Ermenîstanê atmosifêra învêstîsîyon daye milahîmkirinê.R’êyên strtêgî, yên Îran- Ermenîstan-Gurcistan û yên berbi Avropayê tên çêkirinê. Çêkirina r’îya r’ûê sixêmayên kor’ûpsîyonda hatîye paşdaêxistinê. Mi’aşên qulixçîyên leşkerî, doxtira hatine bilindkirinê. Ew yek bi saya byûcêya dewletê tê mîyaserkirinê.Serekwezîr wê yekê şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêva girê dide”,- nava miqalêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button