SerekeSîyasî

Beşa alîk’arîyêye h’evta, ya ji alîyê fonda ser navê Barzanî hatîye K’urdistana Sûrîyaê

Fonda xêrkirinêye  Barzanî beşa alîk’arîya hûmanîtarîye h’evta gîhandîye K’urdistana Sûrîyaê. Anegorî înformasîyaên stendî alîk’arîya fonda Barzanî nava sed h’ezar malbeta hatîye belavkirinê.Em bêjin,wekî fondê t’evî  hîva k’urdîye sor hevk’arî kirîye. Hatîye dîyarkirinê,wekî nava alîk’arîyêda k’incên zivstanê û eşîyaên bona xebitandina dereca pêşin, usa jî derman hebûne.Wek’îlê fondêyî li Avropayê Avat Mistefa bangî t’eşkîletên hûmanîtarî û yên sîvîle li Avropayê kirîye, ku paşda veger’ine K’urdistana Sûrîyaê û alî meriva bikin. Mistefa gotîye,wekî t’eşkîletên Avropaêye xêrkirinê dikarin bi destî fonda Barzanî bighînine K’urdistana Sûrîyaê, heger ew naxwezin veger’ine K’urdistana Sûrîyaê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button