SerekeSîyasî

Dêlêgasîya Brîtanîyaêye leşkerî û lîdêrên k’urd pirsên bêqezîyabûnê û qewimandinên van axirîyaye li herêmê gotûbêj kirine

Qezîya DAÎŞ-ye li herêmê û qewimandinên van axirîya bûne t’êma r’asthatina dêlêgasîya Brîtanîyaêye t’evî Me’srûr Barzanîyê serekwezîr.Serk’arî dêlêgasîya Brîtanîyaê kirîye gênêral Con Lorîmêr.Hatîye dîyarkirinê,wekî herdu alîya jî derheqa xweykirina aşîtîyê û qewînbûna li herêmê, ya bi r’îya dîyalogê, îzbat kirine. Alî qayîl bûne,wekî DAÎŞ dîsa çawa qezîya dimîne û civaka navnet’ewî gerekê piştgirîyê bide ce’dandinên K’urdistanê û Îraqêye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê. Hema wê r’ojê jî dêlêgasîya Brîtanîyaê r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî hatîye. Herdu alîya derheqa h’alê bêqezîyabûnêye li Îraqê û qewimandinên van axirîyaye li r’êgîyonê xeberdane.Serok Barzanî gotîye,wekî têr’or û careke mayîn pêşdahatina DAÎŞ-ê qezîyaye, ya ku dikare qezîyaê bona qewînbûna Îraqê û herêmê pêşda bîne.Nêç’îrvan Barzanî usa jî daye dîyarkirinê,wekî Îraq û K’urdistan mînanî berê h’ewcê hevk’arîya t’evî koalîsîyona dijî DAÎŞ-ne. Girêdayî h’alê pêşdahatîr’a, yê van axirîya, koalîsîyîona navnet’ewî e’lam kirîye,wekî opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê didine sekinandinê, bona ku bêqezîyabûna bazayên xweye leşkerîye li Îraqê bidine ç’areserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button