H’emû nûçe

Li gundê G’êg’ark’ûnîkêyî Saxkûnk’ê t’eşkîldarîya bi sernavê “R’oja nanê loşî navnet’ewî” wê bê derbazkirinê

Destpêka meha t’ebaxa sala 2O2O-î li gundê Saxkûnk’ê wê t’eşkîldarîya bi sernavê “ R’oja nanê  loşî navnet’ewî” bê derbazkirinê, ya ku wê hersal bibe fêstîvala tradîsîyon. Girêdayî wê yekêr’a li cem serokê qeza Gêg’ark’ûnîkê gotûbêjkirina xebatê derbaz bûye. Ewên ku li qezayê nanê loş çê dikin, ewê jî t’evî fêstîvalê bibin. Serokê qezayê Gnêl Sanosyan t’eşkîlkirina fêstîvalê û t’eşkîldarîyên wî cûr’eyî pêwîst h’esab kirîye û destanînên sala 2O19-a bilind qîmet kirine.” Sala par me encamên k’ifş dane dîyarkirinê û emê wan tişta bikine nava gavên tradîsîyon, bona ku qeza diha naskirîbe û usa jî alî êkonomîkayê bikin. Li ser xerîta tûrîzmê cî gerekê bê dîyarkirinê”,- Sanosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button