H’emû nûçe

Qewatên Ermenîstanê bi sîlih’ên mezin û têxnîkayêva hatine r’azîkirinê

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê derheqa xebatên sala 2O19-da û feydayên wanda r’aport r’aber kirîye.Anegorî r’aportê qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî bi sîlih’ û têxnîka leşekrîye nûva, nava wanda bi teyarên SÛ-3O-va, komplêk’sên ek’sîhewêye p’arastinê û mecalên mayînva hatine r’azîkirinê.Nava sala derbazbûyîda usa jî t’e’lîmên lekşerî derbaz bûne.Ew t’e’lîm ji îlona sala 2O19-a h’etanî pêncê cotmehê derbaz bûne. T’abîyên leşkerî bi sîstêmên dîtindarîyê, stansîyaên te’vê, ava vexwerinê û ênêrgîya êlêktrîkîva hatine r’azîkirinê.Berne’mên dersaye li ser derecên cuda-cuda hatine derbazkirinê.Mi’aşa qulixçîyên leşkerî hatîye bilindkirinê.Xebatên wî cûr’eyî usa jî wextê qewînkirina t’abîyên leşkerî-sîyasîda berdewam bûne.Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî t’evî t’e’lîmên Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîv, NATO-ê û hevk’arîya t’evî ŞAY bûne, şêwirdarîyên leşkerî-sîyasî berdewam kirine.Nava doranên hevk’arîya leşkerî-têxnîkîda, ya erenîya-r’ûsada peyman hatine îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button