
Armên Sargsyanê serokk’omar, yê ku bi seredana xebatêva li Şvêysarîyaêye, r’astî cîgirê serokê hevaltîya fransîye “T’als Grûp”-ê Hêrvê Dêman û cîgirê serokê hevaltîyêyî berê R’afaêl Êskînaz hatîye.T’evbûyên r’asthatinê p’evk’etinên pêşda destanî gotûbêj kirine û derheqa hevk’arîya nava goveka têk’nolocîda xebrdane.Wek’îlên hevaltîyê dane dîyarkirinê, wekî nava dorana pêşdaçûyîna têxnologîyaên nûye li Ermenîstanê, li Ermenîstanê kapîtala merivaye derecebilind heye û pêr’a jî h’îmê p’erwerdê û têxnologîêye baş hene û ew yek bona hevaltîyê gelekî girînge, h’îmekî baş çê dike, ku hevk’arîya qewîn bê destpêkirinê.







