SerekeSîyasî

Heger opozîsîya Sûrîyaê qayîlnivîsarê mîyaser neke, emê dijî wê yekê derk’evin

Li şêwira  Sûrîyaêye k’urda e’şaretî dane,wekî heger ew qewilên pêşdak’işandî û bi hevr’a qayîlbûyî, yên  t’evî opozîsîya Sûrîyayê qayîlkirî, yên hindava neh’îyn k’urdaye E’frînê, Serêkanîyê û Girê Sipî neyêne mîyaserkirinê, wî çaxî şêwra k’urda wê dijî opozîsîya Sûrîyaê derk’eve. Van axirîya şêwirê t’evî opozîsîya Sûrîyaê qayîlnivîsar îmze kirîye, ya ku derheqa t’er’ibandina mafên mêrive li wan neh’îyaye, yên ku ji alîyê opozîsîya Sûrîyaêye k’omên piştgirên T’irk’îyaêda tên mîyaserkirinê. Anegorî wê hevr’aqayîlbûnê, opozîsîya Sûrîyaê gerekê herêmê ji tiştên usa bip’arêze. Xêncî wê yekê opozîsîya Sûrîyaê gerekê mecalê bide wan meriva, yên ku ji wan cîya derk’etine, ku ew paşda veger’ine malên xwe. Nevsên şêwira k’urdaye r’esmî dibêjin,wekî ewê li ser t’abîke berk’ebin, heger ew hevr’aqayîlbûnê neyê mîyaserkirinê. Wextê hevp’eyvîna t’evî K’urdistan 24-ê endamê şêwirê Sulêman Oso gotîye,wekî ew gihîştine hevr’aqayîlbûneke baş û mihacir gerekê paşda veger’ine cî û warên xwe.Anegorî hevr’aqayîlbûnê gerekê wana negrin. Hinek şuxulk’arên sîyasîye li Sûrîyaê h’esab dikin,wekî hevr’aqayîlûna t’evî şêwira k’urda wê neyê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button